Mehmed Uzun

Ji WîkîSosyalîzm
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mehmed Uzun
Pîşe Romannivîs, helbestvan
Zayîn 1'ê rêbendanê 1953
Sêwereg, Riha
Mirin 11'ê kewçêrê 2007 (54 salî)
Amed (Tirkiye)
Esil  Kurd
Zimanê nivîsê Kurdî û tirkî
Şêweyê wêjeyî Roman, helbest
Malper mehmeduzun.org
Berhemên navdar

Mehmed Uzun (z. 1'ê rêbendanê 1953[1] li Siwêrekê (Riha) – m. 11'ê kewçêrê 2007 li Amedê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.

Jînenîgarî

Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Ew li sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin.

Lê mixabin ko li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nesaxiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin.

Berî nesaxkevtinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneke nû bi navê "Hêviya Auerbauch"î bû.

Mehmed Uzun di 11'ê cotmehê sala 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.

Berhem

Wêne:Gora Mehmed Uzun.jpg
Gora Mehmed Uzun, li goristana Deriyê Mêrdînê, li Amedê

Bi inglîzî

Bi almanî

  • Im Schatten der verlorenen Liebe, Roman
  • Einführung in die kurdische Literatur, St. Gallen 1994

Çavkanî

Girêdanên derve